Li Kurdistana Iraqê namzedên serokatî û serokwezîrtîyê diyar bûn
Berdevkê PDKyê Mahmud Muhammed destnîşan kir li Kurdistana Iraqê ew ê ji serokatîyê re Neçîrvan Barzanî û ji serokwezîrtîyê re jî Mesrur Barzanî namzed nîşan bidin.
Mahmud Muhammedê Berdevkê PDKyê derbasê namzedên ku dê di hilbijartinan de dê ji teref partîya wan ve bên nîşandan de daxuyanî da. Berdevkê Mahmud di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê li Kurdistana Iraqê di hilbijartinan de ji serokatîyê re Neçîrvan Barzanî û ji serokwezîrtîyê re jî Mesrur Barzanî namzed nîşan bidin.
Berdevk Mahmud Muhammed di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di civîna navxweyî ya partîyê de mijarên siyasî hatine gotûbêjkirin û ew xebat dane destpêkirin da ku waadên ku ew dane xelkê bi cî bînin.(ÎLKHA)