Wezîr Soylu ji rojnameya Cumhurîyetê re bertek nîşan da
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ji daxuyanîya Cumhurîyetê 'Di nav AK Partîyê de di navbera 3 ekîban de şerê hêzê heye' re bertek nîşan da.
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ji nûçeya ku di rojnameya Cumhurîyetê de bi sernava " Beratvan, Soyluvan û Bilalvan" hat weşandin re bertek nîşan da.
Soylu di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir "Zihniyeta rojnameya Cumhurîyetê fitnevan e. Ew serokwezîrekî û di wezîran dan daleqandin. Ji sala 1960î vir ve bûn hevîrtirşê temamê darbeyan, lê têr nebûn. Carekê peşka xwînê li dinanê wan ketiye."(ÎLKHA)