Li Êlihê qeza trafîkê: 7 birîndar
Li Êlihê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Êlih-Hezoyê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Êlih-Hezoyê li Xaçarêya Balafirgehê pêk hat. Hat diyarkirin wesayîtên bi plaqeya 34 BOD 627, , 33 DT 332 û 68 BU 812 li Xaçarêya Balafirgehê li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)