Li Mêrdînê ji ber barana zêde lehî rabû
Barana ku li Mêrdînê zêde barîya bû sedema lehîyê, gelek tax di bin avê de man.
Li gelek gundên girêdayê Artuklu û Qosera Mêrdînê ji ber baran ku doh êvarî zêde barîya lehî rabû, ji ber lehîya ku rabû rûbar serve çûn û gund di bin avê de man.
Hat ragihandin li gundên Sellax, Hêşerî, Tolik, Meskeynter, Boxazîya Mezin û Xanikaya girêdayê Artuklu û Qosera Mêrdînê ji ber baran ku doh êvarî zêde barîya lehî rabû, ji ber lehîya ku rabû rûbar serve çûn û li gundan gelek mal di bin avê de man.
Ji ber lehîyê gelek wesayît ber avê re çûn û gelek kes jî di wesayîtan de mahsûr man. Wezayîtên ku mehsûr man bi traktoran hatin rizgarkirin. Her wisa li cihên ku lê lehî rabû hat dîtin ku gelek heywan telef bûn û zad jî zirar dîtin.(ÎLKHA)