• DOLAR 32.368
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2325.452
  • ...
Ji Dadgeha Bilind derbarê birêvebirên HUDA PARê de qerareke sosret
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de ji rayedarên hikûmetê re bertek nîşan da.

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de daxuyanîya Serokomar "Edaleteke wisa nabe" di bîran xist û got " Di pêvajoya amadehîya digel ku li ser dosyayê qerara veşartîbûnê hebe jî gelek dîmen di çapemenîyê de hatin belavkirin û hewl  hat dayîn bê nîşandan ku komploya ku hatiye amadekirin rast e."

"Gihaşt ber destê me ku ew qerara mehkûmîyetê ya ku ji teref Mahkemeya Cezaya Giran a 11emîn a Anadoluya Stenbolê ve derbarê van her sê kesan de hatibû dayîn ji teref Dadgeha Bilind ve hatiye tesdîqkirin"

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi cezayên bê hincet qerar hatiye dayîn ku hevalên wan bên cezakirin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Di serê sala 2011an de ji ber ku wextê girtîbûnê ya 10 salene ya çend kesan xelas bûbû hinek şexs hatibûn tahlîyekirin.Hatibû îddîakirin qaşo maîlên îxbarê yên bêîmze yên ku tê de tê diyarkirin ev şexs ji wan kesên ku derketine derweyî welêt bûne alîkar, hatine şandin û li gor qanaata me hinek hêmanên di nav ewlehîyê de van îxbarên bênav a ku hatiye tertîpkirin şandin û ev yek wek hincet hat nîşandan û Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Saîd Şahîn û M. Bahaddîn Temel û Rojnameger Fîkret Gultekîn doz hat vekirin û hatin darizandin û di encama darizandina ku hat kirin de hat îddîakirin ew endamên rêxistina dereqanûnî ne û derbarê wan de qerara girtinê hatibû dayîn.  Gihaşt ber destê me ku ew qerara mehkûmîyetê ya ku ji teref Mahkemeya Cezaya Giran a 11emîn a Anadoluya Stenbolê ve derbarê van her sê kesan de hatibû dayîn ji teref Dadgeha Bilind ve hatiye tesdîqkirin û ev qerar teqez bûye."

 "Ji teref wan terorîstên ku cubbeya hakim û dozgerîyê li xwe kirine ve navê terorîstîyê li hevalên me hat kirin"

Saglamê di berdewama axavtina xwe diyar kir ew kesên ku îddîanameyê amade kirine derbarê tevan de  ji FETO lêpirsîn hatiye vekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hema hema temamê wan wezîfedarên kamûyê yên ku derbarê hevalên me muameleyan birêve dibin, bi hinceta ku endamê FETO ne ji wezîfê hatine derxistin û hinek ji wan jî hçj tên darizandin û di girtîgehê de ne. Dozgerê bi navê Hakan Karaalî(sicil:34191) yê ku îddîanameyê amade kir û ew  Îsmaîl Tandogan(sîcîl:39622) ê dozgerê dozê yê ku teleb dikir hevalên me bên cezakirin, piştî ku çend seat ji ser teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê derbas bû te ango di 16ê Tîrmehê de ji wezîfê hatin dûrxistin ku ev dûrxistin bi xwe jî derbarê niyet û nasnameya wan de agahîyeke têr û tije dide ka ew kî ne. Digel van her du dozgerên ku navên wan hat zikirkirin û Hadî Çagdir(sîcîl:37378) ê ku serokê mehkemeya ku bi hinceta birêvebirbûna rêxistinê ceza da hevalên me, di 24ê Tîrmeha 2016an bi qerara hejmara 426 a ku HSKyê ji wezîfê hatin derxistin.  Îrtîbat, îltîsak û endamtîya rêxistinê sedema ji wezîfê derxistina van dozger û hakiman bû. Bi gotineke ji ser dosyayeke ku ji teref terorîstên ku cil û bergên polêstî, hakimtî û dozgertîyê li xwe kirine ve hatiye amadekirin darizandin hat kirin û navê terorîstbûnê li hevalên me kirin."

 "Hinceta qerara mehkûmîyetê hevokek e"

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Di pêvajoya amadehîya digel ku li ser dosyayê qerara veşartîbûnê hebe jî gelek dîmen di çapemenîyê de hatin belavkirin û hewl  hat dayîn bê nîşandan ku komploya ku hatiye amadekirin rast e." û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ger ew "qerara bi hincet" a bêhincet a qerara mahkûmîyetê bê lêkolînkirin ew ê bi şikleke aşkere bê dîtin ku ew fezlekeya ku ji teref endamên ewlehîyê yên FETO ve hatiye amadekirin bûye îddîaname û ew îddîaname jî bûye qerara mehkemê.  Ew xeletîyên xalbendîyê yên di fezleke û îddîanameya ku bi usûla kopî bike û pêve bizeliqîne hatiye amadekirin de wek xwe hêj dimîne. Wateya wê ev e;  di dosyayê de darizandinek nehatîye kirin, ji bo hevalên me bi komploya ku hatiye amadekirin bên mehkûmkirin şert û mercên senaryoya ku hatiye amadekirin hatine bicîanîn. Ev qerar ji edalet û hiqûqa darizandinê ew qas dûr e ku digel îddîa û îfadeyên ku bi sedan rûpelan heye, hinceta qerara mehkûmîyetê bes hevokek e."

 "Hikûmet li hember komploya ku li hember hevalên me hatiye tertîpkirin bû temaşevan"

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir " Digel ku ev rewş dihat zanîn û haya wan ji temamê heyamên lêpirsîn û piştîlêpirsînê hebe jî, ji bo ev komploya ku li hember hevalên me hatiye amadekirin bê berterefkirin tu gav nehatin avêtin û bes lê bûne temaşevan.  Li alîyê dema ku di 17-25ê Berfanbarê de li hember hikûmetê komplo hat amadekirin ji bo ev yek bê berterafkirin di cî de, germeger gav hat avêtin û mudaxele hatin kirin û hetta ji bo bingeha HSYKyê bê guhartin xebat hatin kirin. Ev komploya ku li hevalên me hatiye kirin ne kêmî ya ku li hember hikûmetê hatiye kirin e. Her wisa digel ku derheqê îddîayên ku derbarê hevalên me de hatine gotin ku tu delîlên şênber nehatin nîşandan û ji teref Dadgeha Bilind ve ev qerara mehkûmîyetê hat tesdîqkirin ku ev yek di çarçoveya rê û rêbazên hiqûqê de hatiye kirin."

 "Dihat hêvîkirin  ku dawî li zilma ku li mezlûman tê kirin bê dawîkirin; lê belê ên nû li ser van tê zêdekirin"

Saglam di berdewama axavtina  xwe de gotinên Serokomar "Piştî teşebûsa darbê heta niha 3 hezar û 456 hakim û dozger ên ku bi rêxistinê re îltîsaka wan heye ji wezîfê hatin îxarackirin.  Ger hûn wek endamên FETO rêxistinekê, hîlebaz, sextekarekî di şûna wicdanê de deynin ji wê derê edaletê dê dernekeve. Edaleteke wisa nabe.  Ji ber wê yekê li vî welarî bi hezaran, bi dehhezaran,  însan hatin mexdûrkirin û mixabin niha ev 5 sal, 10 sal, 15 sal in ku hinek însan di girtîgehan de dirizin. Ev tişt bûn. Niha me fersend bi dest xist ku van tiştan ji holê rabikin. Divê em vê yekê baş binirxînin. 15ê Tîrmehê tiştekî wisa ji me re lutf kir." di bîran xist û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Piştî vê dîrokê bi hezaran kesên ku li rasta xedra daraza bêwicdan û biteref hatin û emrê xwe di zindanan de borandin hêvîdar bûn û gotin 'gelo em ê bên berdan.'  Lê belê heta niha gavekî erênî di vî warî de nehat avêtin. Dihat hêvîkirin  ku dawî li zilma ku li mezlûman tê kirin bê dawîkirin; lê belê ên nû li ser van tê zêdekirin."

Saglam di dawîya axavtina xwe de diyar kir  hevalên wan bi qerareke ku hinceta wê nehatiye nivîsandin hatine mexdûrkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Tê hêvîkirin ku ji bo ev zilm bi dawî bibin çareserîyên mayînde bên dîtin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir