Wezîrê Parastinê Akar bi hevkarê xwe yê Rûs re hevdîtin kir
Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî bi Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê re hevdîtin kir.
Hat ragihandin Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî ji ser telefonê bi Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ve hatiye belavkirin Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî ji ser telefonê bi Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê re hevdîtin kir û di hevdîtinê de geşedanîyên dawî yên li Îdlîbê û mijarên ewlehîya herêmî hatine gotûbêjkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di hevdîtinê de hat diyarkirin ji bo mutabaqata Soçîyê bi ser nekeve û zirarê bibîne ew provakasyonên ku di van pêlên dawî de rû dane dibe ku berdewam bikin ku divê bo vê yekê amadehî bên kirin.(ÎLKHA)