• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bavê mehkûmê Yûsifî rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Ozerê 85 salî yê ku bavê mehkûmê Yûsifîyê û demeke dirêj ji ber nexweşîya xwe ya giran nikaribû lawê xwe yê di girtîgehê de ziyaret bike ev bû heftîyek ku li nexweşxanê hatiye razandin lênerîna giran û tê derman kirin. Mehkûmê Yûsifî yê bi navê Mehmet Garîb Ozerê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi kumpas û komployên FETO hat girtin û ev 16 sal in di girtîgehê de tê girtin û mexdûrkirin, destê wî kelepçekirî bavê xwe yê ku di halê mirinê de ye doh ziyaret kiribû û li ber serê wî Qur'ana Kerîm xwendibû. Şêxmûs Ozerê bavê mehkûmê Yûsifîyê bi navê Mehmet Xerîb Ozerê ku bi sûcdarkirinên bêbinî û bêdelîl ên daraza FETO û 28ê Sibatê 16 in di girtîgehê de tê girtin, doh çû rehma Xwedê.

Cenazaya rehmetî Ozer dê îro di derdora seat 11.00an de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê bê girtin û dê li goristana Girbereşk bê definkirin.

Ji alîyekî ve kesên bêsûc û bêgubeh ên ku bes sûcên wan ji Îslamê re xizmetkirin bû û bi kumpas û komloyan hatin girtin hêj mexdûrîyeta wan berdewam dike û qet nayên dîtin û li hember zilm û zordarîya ku li wan tê kirin kesên rayedar xwe kerr û lal dikin û ji alîyê din ve jî bi sedan kesên ku di dozên mîna Ergenekon, Balyoz de dihatin darizandin di şevekê de hatin tahlîyekirin ku ev yek jî nîşan dide ku li Tirkîyê edalet û hiqûq tuneye û bes hiqûqa serdestan derbasdar e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir