• DOLAR 32.423
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2327.911
  • ...
Konferansa Wehdeta Îslamî berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Konferansa Wehdeta Îslamî ya 32emîn a ku li Tahrana paytexta Îranê doh destpê kiribû û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jê re serokatî dike berdewam dike. Di konferansê de  Molewî Ebdilhemîdê Melayê Înê yê Bajêra Zahedanê, serokomarê berê yê Efxanistanê Hamîd Karzaî, Alîkarê Sekreterê  Giştî yê Hîzbûllaha Libnanê Şêx Naîm Qasim, Serokê Meclîsa Îslamî yê Iraqê Şêx Hamam Hamûdî, Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî el-Malîkî û kesên mîna van axavtin kirin.

Kesên beşdarvan ên ku di konferansê de axivîn balan kişandin li ser ehemîyeta wehdetê û meseleya Qudsê û wiha axivîn:

Molewî Ebdilhemîdê Melayê Înê yê Bajêra Zahedanê:  Gelek meseleyên ku li welatên Îslamê rû dane ji ber ku ji Îslamê hatiye dûrketin pêk hatine. Divê temamê ulema û aliman  ji bo yekîtî û wehdetê tiştinan bikin.

Alîkarê Sekreterê  Giştî yê Hîzbûllaha Libnanê Şêx Naîm Qasim:  Ji bo rizgarîya Filistînê divê Mislimanan sefên xwe bikin yek.

Serokomarê berê yê Efxanistanê Hamîd Karzaî: Divê di nav mezheban de hesta biratîyê qewî bibe ku ev yek pir muhîm e.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî el-Malîkî:  Ger mijara Filistînê bê jibîrkirin, alema Îslamê dê cîhana xwe bi xwe ji dest bide.

Serokê Meclîsa Îslamî yê Iraqê Şêx Hamam Hamûdî: Pêdivîya alema Îslamê îro bi yekîtî û wehdetê heye.

Konferansa ku ji 100 welatî 350 kes beşdarî bû dê sibe bi dawî bibe.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir