• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Zonguldakê maden hilweşîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Kîlîmlîya navçeya Zonguldakê piştî teqîna ku di madenê de pêk hat re  hilweşîn çêbû, xebatên lêgerîn û rizgarkirina 3 kesan berdewam dike.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li madeneke taybet a li Taxa Çamlika Kîlîmlîya navçeya Zonguldakê di wextên êvarî derdora seat 03.00an de ji ber teqîna ku pêk hat hilweşîn çêbû. Di encama hilweşîna ku pêk hat re 5 kes di bin hilweşînê de man.

Ji 5 kesên ku di bin hilweşînê de man kesek bi îmkanên xwe derket û kesek jî ji teref yekîneyên tahlîyekirinê ve hat xelaskirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya 3 xebatkarên din hêj berdewam dike.

Kesên ku ji ber hilweşînê birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Her wisa hat diyarkirin 2 kesên ku beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûbûn ji ber xaza di madenê de bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir