• DOLAR 32.567
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2491.533
  • ...
Ji HUDA PARê derbarê rojeva hundir de nirxandinên muhîm
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya HUDA PARê derbarê mijarên mîna teklîfa guhartina ku di makeqanûna înfazê de hat kirin, dayika ku digel pitika xwe ya 25 rojî hat girtin û derbarê sepanên 28ê Sibatê de nirxandinên muhîm kir.

"Li wan welatên ku lê cezaya îdamê heye pêşîya kirina sûcan nayê girtin"

Di nirxandina ku hat kirin de  hat diyarkirin fêdeya teklîfa AK Partîyê ya guhartina di wextên înfazê de ji civakê re tune ye û dû re wiha hat gotin: " Di wan rojên borî de di hinek sazîyên çapemenîyê de derket holê ku AK Partî li ser teklîfeke qanûnê ya ku pê tê xwestin di wextên înfazan de guhertin bê kirin hat weşandin. Wek qanûn qebûlkirina wê teklîfa ku pê tê xwestin wextê înfazê bê dirêjkirin fêdeya wê dê ne ji hiqûqê re ne jî ji civakê re hebe. Ew îqtîdarê ku dixwaze bi sûcdar û sûcê re micadele bike divê wan sedemên ku berê însanan dide sûcan baş analîz bike; divê wê pergala ku sûc û sûcdaran derdixe holê rehabîlîte û islah bike. Ger ev yek neyê kirin qedr û qiymeta ezaya 20 an jî 50 sal dê di nezera sûcdar de tunebe. Lewra li wan welatên ku lê cezaya îdamê heye pêşîya kirina sûcan nayê girtin."

 "Pergala înfaza cezayê bi xwe jî ji têgihiştina islah û rehabîlîteyê bêpar e"

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji wan mahkûmên cezayên zêde standine re perwerdehîya wîcdanî û exlaqî nayê dayîn ku ji ber vê yekê bi wan mehkûman re hesta poşmanîyê çênabe û dû re wiha hat gotin: "Pergala înfaza cezayê bi xwe jî ji têgihiştina islah û rehabîlîteyê bêpar e.Her wisa ji wan mahkûmên cezayên zêde standine re perwerdehîya wîcdanî û exlaqî nayê dayîn ku ji ber vê yekê bi wan mehkûman re hesta poşmanîyê çênabe. Berewajîya vê yekê hinek sepanên ku dikevin nava îhlala mafên însanan  tên kirin ku bi vê yekê him malbatên mehkûman tên tahrîkkirin û him jî dibin sedem ku girtîgeh ji mala islah-îhyayê wirdetir bibe navenda îhtîsasa sûcdaran.  Ji bo di vî warî de guhartin bê kirin divê ew sedemên ku rê li ber kirina sûcê vedikin divê ji holê bên rakirin. Heke ev yek neyê kirin her tim dê alîyekî vê sîstema ku di çarçoveya hiqûqa cezayê de bê birêvebirin bi problem be.Di wê xebata ku li ser tê xebitîn de divê ev tiştên ku me anî zimên pêwîst e ku li ber çavan bên girtin."

 "Ne nesla dîndar, nesleke îdeolojîk tê mezinkirin"

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser rewşa xortan a nebaş û derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Li gor daneyên ku di demeke nêz de ji teref şîrketeke lêkolînê ve hat belavkirin kesên ku emrê wan di navbera 15-30î de ye, ji sedî 31,2 neteweperst, ji sedî 29,6 Ataturkperest, ji sedî 16,8 muhafazakar, ji sedî 12,6 dîndar, ji sedî 11 demokrat, ji sedî 6,5 Îslamîst û ji sedî 6,3 jî laîk in û xwe bi vî awayî didin nasandin.  Di daneyên lêkolîna ku berî vê 10 salan hatiye kirin rêjeya kesên ku wek muhafazaker didan nasandin ji sedî 70 bû; lê belê di lêkolînên ku îro tên kirin de rêjeya xortên ku xwe bi nasnameya xwe ya Îslamî didin nasandin gelek zêde kêm e.  Ev rewşa heyî gotina 'nesla dîndar' a îqtîdarê piştrast nake;ango nesleke dîndar nayê perwerdekirin, berewajî nesleke îdeolojîk tê mezinkirin."

 "Pergala perwerdehîyê ya mewcûd, xortên me dike qurbana îdeolojîyên jirêderketî"

Di berdewama daxuyanîya ku lê hat diyarkirin pergala perwerdehîyê exlaq û fikrê xortan tahrîpkirin de debrarê mijarê de wiha hat gotin: " Pergala perwerdehîyê ya mewcûd ne li gor nirxên û bawerîya me ye û ew mufredata ku ne li gorî çand û civaka me ye, xortên me dike qurbana îdeolojîyên jirêderketî. Pergala hiqûqê jî bi heman awayî ji bi civakê re ne li hev e û verastkirinên bi bawerî û nirxên civakê re lihev nake. Bi vî awayî pêşîya wan hêmanên derve yên ku fikr û exlaqa ciwanan  xera dike nayê girtin û dibe sedem ku sazîya malbatê bê parastin bimîne."

Di berdewama daxuyanîyê de derbarê rewşa xortan de; îro ji xortên me re nifûsa xortanîyê ya Ewrûpayê ya ku mubtelayê eraq, tiryak û fuhuşê ye mînak tê nîşandan, derbarê dayika ku digel pitika xwe ya 25 rojî hat girtin de; girtin ne amûra cezakirinê, tedbîra ewlehîyê ye, derbarê rêjeya bêkarîyê de; her ku diçe rêjeya bêkarîyê zêde dibe hat gotin.

Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir