• DOLAR 32.381
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.131
  • ...
Otomobîl û mînîbûs li hev qelibîn: 16 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Islahîya navçeya Entabê otomobîl û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê giran 16 kes birîndar bûn.

Qeza li ser 4emîn kîlometreya Rêbeja Islahîye-Nûrdagi pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  otomobîla bi plaqeya 14 GC 206 a ku ajokarê wê Engîn Aslan bû û mînîbûsa bi plaqeya 27 K 5105 a ku ajokarê wê Mustafa Yilmaz bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 16 kesên bi navê Meryem (90), Gullu (35), Nurgul (41) ve Gulay Aslan (43), Mehmet Yîgît (75), Yunus Emre Uyar (19), Buse Elbaş (18), Aydin Darici (47), Oguzhan Aglar (16), Osman Ayici (19), Fatma Nur Kara (18), Fatîh Geyseoglu (19), Abdîl Avci (18) île Surîye uyruklu Muhammed Hayr el Şeyîb (64) birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir