• DOLAR 32.487
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2431.709
  • ...
 "Ji bo ku em ji tahakkuma kafiran xelas bibin divê em medreseyan ava bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Îttîhadul Ulemayê ve li bajaroka Gurbuza girêdayê Hênêya navçeya Diyarbekirê him medrese hat vekirin û bernameya Mewlûda Nebî hat tertîpkirin. Mela Beşîr Varolê ku ji alim û rsîpîyên herêmê yê ku beşdarî  bernamê bû derbarê girîngî û ehemîyeta medreseyan de nirxandinan kir û diyar kir "Ji bo ku em ji tahakkuma kafiran xelas bibin divê em medreseyan ava bikin."

Bername bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur'anê Mela Muzaffer Karavîl derbarê sedem û armancên xebatên ku ew dikin de axavtinek kir û dû re Mewlûda Şerîf hat xwendin.

 "Wezîfeya însan a li vê dinyayê ji Xweda re îbadet kirin e"

Mela Beşîr di destpêka axavtina xwe de diyar kir ev dinya cihê îmtîhanê ye û wezîfeya însan a li vê dinyayê jî ji Xweda re îbadet kirin e. Mela Beşîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Heyat ji 2 merhaleyan pêk tê. A yekemîn merhaleya îmtîhanê û ya duyemîn jî merhaleya mukafatê ye. Ango ew merhaleya axretê ya ku cihê mukafat û cezayê ye.  Mirin wasiteyek e. Em ji cihê mirinê derbasî cihê mikafat û cezayê dibin. Madem ev dinya cihê îmtîhanê ye, wê demê Xweda me bi çi îmtîhandike? Xweda di Qur'ana Kerîm de beyan dike ' Min însan û cinan ji bo bes ji min re îbadet bikin xuliqand' Wezîfeya însan a li vê dinyayê ji Xweda îbadet kirine.  Ger weke ku Rebbê me ji me dixwaze em îbadetê jê re bikin, wê  çaxê em ê wê wezîfeya xwe ya li dinyayê bi cî bînin, îmtîhanê qezenc bikin û em ê li cennetê jî  nimet û îkramên Xwedê bibînin. Lê belê ger em ji Rebbê xwe re îbadetê nekin, em ê îmtîhanê winda bikin, him li vê dinyayê musîbet û bela bên serê me û di axretê de jî em ê bikevin cehnemê."

 "Divê em ji wan kesên ku îtaatî Xwedê nakin re îtaat nekin"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Dinya wek mekteb û medreseyekê e. Temamê dinyayê medrese ye. Bes ne ev medreseya ku em lê ne. Temamê însanan xwendekar û hînker in. Divê em ji wan kesên ku îtaatî Xwedê nakin re îtaat nekin." û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Divê bi çavê xwendevan  em bes li kesên ku li vê medresê dixwînin nenêrin. Herkes telebeyek e.  Xweda kitêb şandine vê medresê, ji temamê qewman re kitêb şandiye. Kitêbên xwe jî ji pêxemberan re wek mufredatê şandiye. Pêxember jî wan kitêban wek dersan hînî însanan kirine da ku însan bizanibin ka ew ê ji Rebbê xwe çawa îbadetê bikin, helal û haram çi ne. Xweda însana bêrêber, bêmamoste û bêkitêb nehiştiye. Temamê pêxemberan heman tiştî teblîx kirine: Ji Xweda re îbadetê bikin û hifza xwe ji taxutan bikin. Hifza xwe ji wan kesên ku fermanên Xwedê bi cî nayênin, haya xwe ji helal û haraman nakin bikin; lewra ew taxût in. Divê em ji wan kesên ku îtaatî Xwedê nakin re îtaat nekin."

 "Divê em hukmên dînê xwe baş hîn bibin ûm cahil nemînin"

Varolê ku di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser hînbûna hukmên Îslamê axavtina xwe wiha domand: "Wezîfeya me ji Xwedê re îbadet kirin e. Ji ber vê yekê ye  ku ev dinya ji bo temamê însanan mektebek e.  Xwedê ji pêxemberê xwe yê dawî re Qur'ana Kerîm şand û ew kire muallîmê aleman.  Wî Qur'anê kire mufredat û ders da.  Elbet hinek însan pê îman anîn û ketin wê mektebê û di wê mektebê de mezin bûn. Hinek jî ji mektebê revîyan, fîrar kirin. Kafir kî/ê ye?  Ew kesê/a ku ji mekteba Xwedê direve kafir e.  Ew kes ji warisên pêxemberan, ji ulemayê Îslamê dûr ketin û xwe cahil hiştin. Kafir ew kes in ku ji Rebbê xwe re îbadet nakin. Misliman kî/ê ye? Ew kesên ku qeydên xwe li mekteba Xwedê kirine, ji enbîyayê Xwedê ders distînin, kitêba Xwedê dixwînin û bi ilmê ku tahsîl kirine amel dikin jî Misliman in. Ji ber vê yekê divê em hukmên dînê xwe baş hîn bibin."

 "Ji bo ku em ji tahakkuma kafiran xelas bibin divê em medreseyan ava bikin"

Varol di berdema axavtina xwe de  qala musîbetên ku dê werin li serê wan însan û milletên ku cahil mane kir û destnîşan kir  "Ji bo ku em ji tahkkuma kafiran xelas bibin divê em medreseyan ava bikin" û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Lewra însanê cahil kor e. Însanê kor zû tê xebandin. Kî jê re du gotinên şêrîn bibêje û ji destên wî bigire, ew ê di pey wî de biçe. Îxtîyaca van însanan bi yekî heye ku bi destên wan bigire.Ji ber vê yekê milletê me ji Îslamê dûr ketiye û cahil maye. Ew Ewrûpîyên ku bi sedan salan bav û kalên me qetil kirin, îro çav berdane memleketên Mislimanan û milletê me jî bawerî bi wan tîne û biya wan dike. Îro hûn halê Mislimanan dibînin. Axên me, her tiştê me di destên wan de ye. Sebaba wê cahilmayîna me ye. Gelek qîz û lawên me îro bi ala Amerîkayê îftîxar dikin û ji bo hakimtîya Amerîkayê xwe didin kuştin.  Ew însanên me yên zana û alimên me  wezîfeyên xwe bi cî neanîne, heq û heqîqetê bi wan baş nedane naskirin û wezîfeyên xwe baş neanîne cî. Ji bo xelasbûna ji vî halî, ji bo xelasbûna ji tahakkuma kafiran û ji bo xelasbûna ji xezaba Xwedê û ji bo cardin em karibin bibin xwedî izzet û qewetê berê bes rêyek heye ku ew jî vekirina medreseyan, şandina zarokên li van medreseyan e da ku bibin alimên ku bi ilmên Îslamê û sunneta Pêxember perwerde bibin û di nav milletê de heq û heqîqetê bêjin û vî milleî ji cehaletê xelas bikin."

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir xwedîderketina van medreseyan weke cîhada ku bi mal û can tê kirine û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Pêwîst e em medreseyan ava bikin û divê ew kesên ku alim û dersdar bin biçin wan deran û dersê bidin. Kesên ku maldar bin jî divê mal bidin van medreseyan û ji wan re bibin alîkar. Divê ew kesên ku zarokên wan hebin jî zarokên xwe bişînin van medreseyan.Divê em bi can û malên xwe xwedî derkevin."(ÎLKHA)

























































Bu haberler de ilginizi çekebilir