Trump derbarê "Fethullah Gulen" de daxuyanî da
Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Fethullah Gulen de destnîşan kir ew niha îadekirina wî nanirxînin.
Donald Trumpê Serokê Dewleta Amerîka derbarê îddîayên îadekirina "Fethullah Gulen" de destnîşan kir ew niha vê yekê nanirxînin û tiştên ku derbarê vê mijarê de tên gotin nerast in.
Trump, pirsên rojanemegeran ên derbarê îadekirina Fethullah Gulen û cinayeta Cemal Kaşikçi de bersivand.
Trump pirsa ku derbarê îadekirina Fethullah Gulen de wisa bersivand: "Niha ev mijar ji teref me ve nayê nirxandin. Li ber me ev yek heye; ka gelo em dikarin bo Tirkîyê çi bikin, em her tim li vê dinêrin. A rastî em vê yekê ji bo temamê welatên ku pêwendîyên me bi wan re baş e dikin."
Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew hêj meseleya Cemal Kaşikçi yê ku di konsulxaneya Siûd a li Stenbolê hat kuştin bi CIAyê re neaxivîye û ew ê meselê bi Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo û rayedarên îstîxbaretê re xe ber bide. (ÎLKHA)