Serwîsa zarokên astengdar û mekîneya kar li hev qelibîn: 14 birîndar
Li Çorluya navçeya Tekîrdagê serwîsa zarokên astengdar û mekîneya kar li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de14 kesbirîndar bûn.
Hat ragihandin li Çorluya navçeya Tekîrdagê serwîsa zarokên astengdar û mekîneya kar li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 14 zarok birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 59 PG 992 a ku ajokarê wê Emre Aras bû û mekîneya kar a ku li kevîya re xebatê dikir li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 14 zarokên astengdar birîndar bûn.
Zarokên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)