• DOLAR 32.384
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.163
  • ...
Wezîrê Karên Derve yê Siûd: Bûyera Kaşikçi xetayeke mezin bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve yê Siûd Adil el-Cubeyr, derbarê  kuştina rojnamegerê Siûd Cemal Kaşikçi de daxuyanîyeke nû belav kir.

"Ew ê hemû kesên ku beşdarî sûcê bûne bên darizandin"

El Cubeyr di daxuyanîya ku da de destnîşan kir lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike û dû re wiha got: " Lêpirsîn berdewam dike, lê belê hinek pirsên ku hêj em li bersiva wan digerin hene. Ji nêz û dûr ve tu eleqeya vê meselê bi Prens Selman re tune ye. Ev mijar dê li ser siyaseta derve ya Siûd tesîr neke. Kesên ku vê çalakîyê kirine Siûdî ne û ev bûyer li ser axên Siûdî qewimîye. Bûyer sûceke mezin û xeta ye. Ew ê hemû kesên ku beşdarî sûcê bûne bên darizandin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir