Berxwedana Filistînê wezîrê siyonîstê terorîst da îstîfakirin
Digel agirbesta ku piştî berxwedana komên berxwedanê ya Filistînê ya li dijî siyonîstên terorîst hat îmzekirin, Avîgdor Lîebermanê qaşo wezîrê parastinê yê rejîma îşxalker îstîfa kir.
Bi navbeynkarîya Misirê di navbera komên berxwedanê yên Filistînê û siyonîstên terorîst û dijmin de di warê agirbestê de lihevkirin çêbû. Digel agirbesta ku piştî berxwedana komên berxwedanê ya Filistînê ya li dijî siyonîstên terorîst hat îmzekirin Avîgdor Lîebermanê qaşo wezîrê parastinê yê rejîma îşxalker îstîfa kir.
Lîebermanê siyonîst di daxuyanîya ku da de îtîraf kir rejîma siyonîst li ber roketên ku ji Xazzê hatin avêtin zeîf mane û ew ê agirbest zirarê bide wan bi xwe
Berdevkê Hamasê Zuhrî: Ev yek bo Xazzê zafereke siyasî ye
Samî Ebû Zuhrîyê Berdevkê Hamasê derbarê mijarê de diyar kir îstîfaya Lîebermanê siyonîst bo Xazzê "zaferek siyasî ye" ku ev yek tê wateya rejîma siyonîst nikare bi berxwedana Filistînê re micadele bike.(ÎLKHA)