• DOLAR 32.386
  • EURO 35.098
  • ALTIN 2326.487
  • ...
Gundîyên ku ava wan hat qutkirin li benda çareserîyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ceyrana bîrên avê ya gundê Kolyaya Silopîyê û yên gundikên bi navê Xirbok, Sîslî û Çîçeklîya girêdayê gundê Kolyana ku bi ser Sîlopîya Şirnexê ye ji teref Dîcle EDAŞ ê ve ji ber deynên ceyranê yên ku ketin ser hevdû hat qutkirin.

Li gund û gundikên  ku 250 mal lê hene û zêdetirî 2 hezar kes li wan dijî welatî ev çend roj in ku di warê temînkirina ava vexwarinê de zehmetîyê dikşînin. Gundîyên ku bi metereyên avê ji kahnîyên derveyî gund hewl didin ava xwarinê ji xwe re bînin diyar kirin ew hatine mexdûrkirin û bang li rayedaran kirin da ku ji mexdûrîyeta wan re çareserîyekê bibînin.

Gundîyê bi navê Selîm Ongunê ku derbarê mijarê de axivî, diyar kir heqê tu kesî tuneye ku ava ku tê gund qut bike.

Ongun di berdewama axavtina xwe de diyar kir muxtarê gund derbarê mijarê de serî li meqamên eleqedar kiriye, lê tu netîce bi dest nexistiye. Ongun dû re wiha li axavtina zêde kir: " DEDAŞê êvarekî bêyî ku haya kesî jê çêbibe ji ber ku deynê bîrên avê heye hatiye ceyrana bîrên avê qut kiriye. Millet vê ezîyetê dikşîne. Jin bi bîdonan ji kahnîyên berê hewl didin avê bikşînin malên xwe. Hemû kes bes dikarin vê avê bi kar tînin."

Ongunê ku diyar kir rayedar bi wan re eleqedar nebûne derbarê mijarê de axavtina xwe wisa domand: " Dema ku hilbijartin nêz dibin, tu lê dinêrî hemû kes di destên wan de kaxiz û qelemek tên gund û nîşeyan digirin derbarê  gazin, gilî û xwestekên gundîyan de. Lê belê tev vir in. Vaye bû 5 roj ku ava me tune ye. Li vî gundî 110 mal heye û nêzî 2 hezar kes lê dijî. Lê belê tu rayedar bi problema me eleqedar nabin. Em ji DEDAŞê dipirsin, ji me re dibêjin ne sûcê me ye. Ji Diyarbekirê hatine û ceyranê qut kirine. 300-400 hezar TL heqê ceyranê dibirin û dibêjin heqê ceyranê bidin. Îmkana tu kesî tune ye ku vî pereyî bide. Ha, ew ê tu faturê binivîse? Wê çaxê saateke avê deynin li ber malan, ew ê her kes mehane 60-70 TL, çi qas be êdî heqê xwe bide."

Welatîyê bi navê Cemîl Ozden jî derbarê mijarê de diyar kir ew digel ku problemên xwe ji Parlementerê Şirnexê re vegotibin jî pê eleqedar nebûne.

Îsa Ongunê 85 salî jî derbarê mijarê de diyar kir ew ji rayedaran çareserîyê dixwazin.

Maqbûle Yasugey û Meryem Demîra ku ji serê kahnîyê hewl didin avê bibin mala xwe, derbarê mijarê de diyar kirin ew ji ber qutkirina ceyranê gelekî zêde mexdûr bûne û zehmetîyê dikşînin.

Rayedarên DEDAŞê yên ku me bi wan re derbarê mijarê de axivî diyar kirin deynê wan a ceyranê ya ku ev 6 sal in nehatiye dayîn heye.(ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir