Siyonîstan televîzyona El Eqsa bombe baran kirin
Çeteyên îşxalker ên ku êrîşên xwe yên li ser Xazzê didomînin, navenda Televîzyona El Eqsa bombe baran kirin.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst bi balafir û tankan êrîşî Xazzê dikin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên terorîst bi balafiran navenda Televîzyona El Eqsa bombe baran kirin. Di êrîşa ku hat kirin de navenda televîzyonê bi temametî hilweşîya û avahîyên li derdora wê jî zirar dîtin.
Her wisa tê diyarkirin siyonîstên terorîst êrîş birin li ser malên çend lîderên Filistînî jî.(ÎLKHA)