Li Somalîyê êrîş: 23 mirî 40 birîndar
Di êrîşên xwekuj ên ku li Mogadîşuya paytexta Somalîyê hatin kirin de 23 kes jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn
Hat ragihandin li Mogadîşuya paytexta Somalîyê bi wesayîtên bombebarkirî êrîş li oteleke ku rayedarên hikûmetê her tim diçûnê hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 23 kes jiyana xwe ji dest dan ku tê diyarkirin 9 ji van kesên ku mirin kesên êrîşkar in. Her wisa di êrîşê de 40 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)