154 kîlo eroîn hat bidestxistin
Di operasyona ku li Wanê hat tertîpkirin de 154 kîlo û 80 gram eroîn hat bidestxistin.
Di operasyona ku li Rêyahevrişîma Wanê li malekê hat kirin de 154 kîlo û 80 gram eroîn hat bidestxistin û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajêra Wanê ve hat dayîn de, derbarê mijarê de hat diyarkirin di yekê Mijdara 2018an de wezîfedarên Midûrtîya Şubeya Micadeleya Bi Sûcên Narkotîk li Rêyahevrişîma Wanê di ser malekê de girtin. Di encama lêgerîna ku di mala di serde hat girtin, hat kirin de 154 kîlo û 80 gram eroîn hat bidestxistin û kesên bi navê M.Ç, C.K û E.K jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)