• DOLAR 32.603
  • EURO 34.789
  • ALTIN 2414.214
  • ...
Rûhanî li dijî Amerîkayê banga hevkarîyê li welatên Yekîtîya Ewrûpayê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê li dijî "helwesta Amerîka ya yekalî" banga hevkarîyê li welatên ku endamên Yekîtîya Ewrûpayê ne kir û ji wan daxwaz kir li dijî helwesta Amerîka li ba Îranê bin ku ew ê  hevkarîya Îran û Yekîtîua Ewrûpayê dê bibe temîneta îstîqrar û aştîya navneteweyî.

Rûhanî derbarê mueyîdeyên ku dê di 5ê Mijdarê de li dijî Îranê bên destpêkirin de û derbarê helwesta welatên ku terefên peymana nukleer in de ji Rojnameya Îngîlîz The Fînancîal Tîmes re gotarekê nivîsandin. Rûhanî di gotara xwe de diyar kir helwesta birêveberîya Washîngtonê gefê li îstîqrara navneteweyî dixwe.

Rûhanî di berdewama gotara xwe de derbarê helwesta Trump de jî wiha got: "Ew tewr û helwesta tahrîqkar a Trump a ku li hember muteffîkên xwe bi kar tîne, destnîşan dike ku ew helwesta wî bi pergala dinyayê xetereyeke çi qas mezin e."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir