• DOLAR 32.517
  • EURO 34.532
  • ALTIN 2492.858
  • ...
"Edeb û uslubeke ziyareta camîyan heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftîyê Diyarbekirê Yavuz Selîm Karabayirê ku Rehber TVyê ziyaret kir destnîşan kir "Çawa ku li her derê heye, bi heman awayî di têketina camîyan de jî uslub û edebek heye."

Karabayir ji teref Îbrahîm Furkanê Birêveberîyê Giştî ya Weşana Rehber TVyê û heyeta pê re pêkve hat pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku hat kirin de li ser gelek meseleyên di rojevê de gotûbêj hat kirin û derbarê adaba camîyan a ku di rojevê  de ye de hişyarîyên girîng hatin kirin.

Piştî ziyareta ku hat kirin re Miftîyê Diyarbekirê Yavuz Selîm Karabayir wiha axivî: " Dema ku tayîna min derket Diyarbekirê û ez hatim vê derê hevalên me yên rayedarên Rehber TVyê ji wan kesên ewil bûn ku hatin ziyareta me. Min jî derfet dît ku di wextekî taybet de bêm ziyareta wan. Me di hevdîtina xwe de li ser gelek meseleyên derheqê Diyarbekirê de gotûbêj kir. Ji ber eleqeyên ku nîşan dan ez ji wan re teşekur dikim û Xweda bila xizmetên wan daîm bike. Heqîqeten ez dibînim Rehber TV bo Diyarbekirê xizmetên gelek baş dike û xelk ji bernameyên wî re teweccuh dike."

 "Edeb û uslubeke têketina li camîyan heye"

Karabayir di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di hevdîtinê de qala adaba camîyan de jî gotûbê kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me di hevdîtina ku hat kirin de qala edeba têketina camîyan û nexasim jî qala edeba ziyareta ku li Mizgefta Mezin û Hz. Sileyman tê kirin û  li gor edebê li xwe kirina cil û bergan  kir. Edeb û usluba têketinê ya li her derî heye. Em eleqê xwe ji fikr, cil û bergê tu kesî/ê nayênin. Lê belê dema ku mirov dikeve mektebekê, daîreyeke femrî bi xwe jî edebek têketina wan deran heye. Ji ber wê yekê em Misliman dema ku van mizgeftên dîrokî ziyaret bikin divê haya xwe ji xeberdana xwe, cil û bergên xwe û tevgerên xwe bikin. Rebbê me di Sureya Hucuratê de bo meqseda hînkirina edeban ayetan şandiye. Di ayetan de hişyarî tê kirin ku li van cihên mibarek deng bi xwe jî zêde neyê derxistin. Divê welatîyên me di vê mijarê de bi hesas bin. Ger di dema ziyareta camîyan de kesên ku li gor esas û usulê û edebê bigerin hebin divê ew kes bi zimanekî şêrîn û bêyî ku dilê wan bê şikandin bê hişyarkirin."

Karabayir di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê di 21ê mehê roja Çarşemê di seat 13.00an de li Salona Kongreyê ya Şaredarîyê bernameya Mewlûda Nebî terrîp bikin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir