• DOLAR 32.561
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2430.055
  • ...
SON DAKİKA
Erdogan û Trump derbarê Minbic û Îdlîbê de hevdîtin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de doh ber êvarî hevdîtinek hat kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Serokomartîyê ve daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin her du serok di hevdîtina ku li ser telefonê kirin de derbarê mesleya Minbic û Îdlîbê de gotûbêj kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin Erdogan û Trump bi qerar in ku ji bo pêwendîyên di navbera Tirkîye û Amerîka de bi qewettir bibin gavan bavêjin û dû re wiha hat gotin: "Her du serok him di mijarên du alî û him jî di mijarên herêmî de mutabiq mane ku di pêvajoya pêş de bi hev re di nav têkilîyê de bin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir