• DOLAR 32.373
  • EURO 35.073
  • ALTIN 2325.319
  • ...
Siûd leşkeran dişîne Hudeydeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Amerîka bo pevçûnên li Yemenê bên dawîkirin banga agirbestê li terefan kiribûn ku ji ser vê bangê rojek derbas bû ku Siûd leşkeran şand Hudeydeya Yemenê .

Li gor agahîyên ku ji teref çavkanîyên leşkerî yên mehelî ve hatine belavkirin nêzî 30 hezar leşker hatin şandin başûrê Hudeydeyê. Her wisa hat diyarkirin ji bilî leşkeran teqwîyeya tanq û wesayîtên bi zirx jî li herêmê tê kirin ku ev yek temam bo operasyoneke mezin tên kirin.

Birêveberîya Amerîka roja pêncşemê di daxuyanîya ku belav kiribû de bo agirbest bê îlankirin û dest bi hevdîtinên aştîyê bê kirin 30 roj wext dabû terefan.

Piştî banga Amerîkayê, Martîn Grîffîthsê Temsîlkarê Taybet ê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kiribû " Em qerardar in ku li Yemenê di naveyna mehekê de hevdîtinên agirbestê bidin destpêkirin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir