• DOLAR 32.372
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2325.74
  • ...
Di naveyna 4 salan de 56 hezar û 800 penaber an mirin an jî winda bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di lêkolîneke nû û berfireh a ku hat kirin de derket holê li tevahîya dinyayê hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne ji hejmara ku tê texmînkirin zêdetir e.

Di lêkolîna ku hat kirin de daneyên rêxistinên navneteweyî, qeydên tipa edlî, îlanên windabûyîan û xeberên mirinê û gelek daneyên mîna hwd. hatin komkirin. Di encama vê xebata ku hat kirin de derket holê ku ji sala 2014an vir ve 56 hezar û 800 penaber an mirin an jî winda bûn.

Li gor daneyên ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatine parvekirin di naveyna 4 salan de 28 hezar û 500 kes an mirine an jî winda bûne. Lê li gor lêkokîna ku ji teref Assocîated Pressê  ev hejmara ku ji te ref Neteweyên Yekbûyî ve hatine dayîn li gor encama xebata ku hatiye kirin gelekî kêm e, ango li hev nagirin. Li gorî raportê cesedê hinek penaberên ku bi hêvîya jiyaneke nû didan rê an di binê behrê de ne an jî di bin qumên çolan de winda bûne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir