• DOLAR 32.599
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2509.766
  • ...
Welatê ku Mislimanan herî zêde qebûl dike Hollanda ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Lêkolîna Pewê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye di navbera salên 2015-2017an de li 34 welatên Ewrûpayê li ser 56 hezar kesên kamil lêkolînek amade kir û encama vê lêkolînê bi raya giştî re parve kir.

Di lêkolîna ku hat kirin de pirsa "Gelo hûn ê yekî Misliman bihewînin mala xwe?" hat kirin.

Li Ermenistan ji kesên ku ev pirs jê hat kirin bes ji sedî 7 kes ji vê pirsê re got belê ku di nav welatên lê lêkolîn hat kirin de ev rêje ya hindik e. Piştî Ermenistanê li Komareya Çek ji sedî 12, ji Belarusê ji sedî 12 û li Lîtvanyayê jî ji sedî 18 kes ji pirsê re bersiva erê dan.

Welatê  ku herî zêde ji vê pirsê re bersiva erê da Hollanda bû. Li Hollandayê ji sedî 88 kes bersiva erê dan pirsê. Piştî Hollandayê bi bersiva erê ya bi rêheya ji sedî 82 Norweç, ji sedî 81 Danîmarka, ji sedî 80 Swêdê, ji sedî 77 Belçîka, ji sedî 66 Fransa û ji sedî 55 Almanya hat.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir