Wezîr Soylu: 393 pîrekên ku şiddet li wan hat kirin jiyana xwe ji dest dan
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir pêşniyazpirsa ku hat dayîn Meclîsê bersivand. Soylu di bersiva ku da de destnîşan kir 393 pîrekên ku şiddet li wan hat kirin jiyana xwe ji dest dan.
Şiddeta di nav malbatê de û cinayeta pîrekan hat anîn rojeva meclîsê. Omer Fethî Gurerê Parlementerê CHPê yê Nîgdeyê derbarê mijarê de pêşniyazpirsek da Meclîsê. Ji ber vê yekê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pêşniyazpirsa ku hat kirin bersivand.
Wezîr Soylu di bersiva ku da de derbarê mijarê de wiha got: "Di sala 2017an de 133 hezar û 809 pîrek û di 7 mehên ewil a sala 2018an de 96 hezar û 417 pîrek marûzî şiddetê man. Di naveyna salên ku hat diyarkirin de 393 pîrek ji ber şiddeta ku li wan hat kirin jiyana xwe ji dest dan."(ÎLKHA)