• DOLAR 32.352
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2308.41
  • ...
Rektorê Zanîngeha Harranê îstîfa kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rektorê Zanîngeha  Harranê Prof. Dr. Remezan Taşaltinê ku bi gotinên xwe yên ku di qanaleke televîzyonê de derheqê Erdogan de got hat rojevê ji wezîfeya xwe ya rektorîyê îstîfa kir.

Rektor Taşaltin di bernameya televîzyoneke taybet de, derheqê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de gotibû " Ji alîyê Îslamî ve ji serokomar  re îtaatkirin ferzûl ayn e û li hemberî wî rabûn jî tê wateya revîna ji herbê ango heram e."

Rektorê ku bi van gotinên xwe hat rojevê  ji wezîfeya xwe ya rektorîyê îstîfa kir.

 Lijneya Perwerdehîya Bilind îstîfaya Taşaltin daxuyand.

Di daxuyanîya ku derbarê mijarê hat belavkirin de hat diyarkirin "Rektorê Zanîngeha  Harranê  Birêz Prof. Dr. Remezan Taşaltin di 31.10.2018an de ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir