"Cesedê Kaşikçi hat perçekirin û ji holê hat rakirin"
Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîya Komere ya Stenbolê ve hat dayîn de, hat diyarkirin cesedê Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi piştî ku hat kuştin re hat parçekirin û dû re ji holê hat rakirin.
Derbarê kuştina Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçiyê ku di Konsulxaneya Siûdî ya li Stenbolê de hat kuştin de ji teref Serdozgerîya Komere ya Stenbolê ve daxuyanîyek hat dayîn.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Serdozgerîya Komere ya Stenbolê destnîşan kir Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi di çarçoveya plana ku berî niha hatibû kirin de çawa ku têkete konsulxanê hat kuştin. Di berdewama daxuyanîyê bal hat kişandin li ser şêwaza kuştina Kaşikçi û wiha hat gotin: " Kaşikçi piştî ku hat kuştin re, cesedê wî hat parçekirin û dû re jî ji holê hat rakirin."(ÎLKHA)