• DOLAR 32.523
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2420.508
  • ...
SON DAKİKA
Hemşîrê Alman ji sûcê kuştina 100 kesan tê darizandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Almanya darizandina hemşîrekî ku bi kuştina zêdetirî 100 kesan tê sûcdarkirin dest pê kir, tê diyarkirin di nav qurbanîyan de welatîyên Tirkîyê jî hene.

Hemşîrê 41 salî ger sûcdar bê dîtin ew ê wek kesê ku bênavber herî zêde însan kuştiye bikeve qeydan.

Hat tespîtkirin hemşîrê bi navê Nîels Hoegel dermanên giran ên ku mirov dibe ku pê bimirin li Oldenburgê daye 35 kesan û li Delmenhorstê jî daye 65 kesan.

Heta niha cenazeyê 130 kesan  ji qebrê hat derxistin û otopsîya wan hat kirin. Lê lêkolînerên taybet diyar dikin ku ev hejmara qurbanan 322 ye.

Li 67 qebrên ku tê de welatîyên Polonya û Tirkîyê jî tê de hebûn tên lêkolînkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir