Di meha Îlonê de îxracat zêde û îthalat jî kêm bû
Reqemên îthalat û îxracatê yên meha Îlonê hatin daxuyandin. Li gor daneyên ku hatine belavkirin di meha Îlonê de îxracat zêde bû û îthalat jî kêm bû.
Ji teref TUÎKê ve îstatîstîkên îthalat û îxracatê yên meha Îlonê hatin belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha Îlona sala 2018an de îxracat ji sedî 22,4 zêde bû û îthalat jî ji sedî 18,3 kêm bû.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di meha Îlonê de îxracat ji sedî 22,4 zêde bû û gihaşt 14 milyar û 456 milyonî û îthalat jî ji sedî 18,3 kêm bû û daket 16 milyar dolar û 326 milyonî.(ÎLKHA)