• DOLAR 32.388
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.69
  • ...
Neteweyên Yekbûyî: Bila mutabaqata Îdlîbê bê destekkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê Alîkarêya Lezgîn ê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê mutaqabata Îdlîbê ya ku di navbera Tirkîye û Rûsyayê de hatiye kirin de daxuyanîyek da. Lowcock di daxuyanîya ku da de bang li welatan kir û destnîşan kir, ew mutabaqata ku li serê lihevkirin çêbûye hindik be jî derdorê aram kiriye û bo bi milyonan Sûrîyeyîyan bûye çavkanîya hêvîyê ku divê ev mutabaqat bê destekkirin.

 Tesmîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura jî di axavtina xwe ya ku di Neteweyên Yekbûyî kir de destnîşan kir divê komîteya makeqanûnê li Sûrîyê demildest bê sazkirin.

Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku di wê komîteya makeqanûnê de bes Sûrîyeyî hebin.

Di dawîya heftîya borî de Serokên Tirkîye, Rûsya, Almanya û Fransayê li Stenbolê bo Sûrîyê civîyabûn û destnîşan kiribûn ku divê ew komîteya makeqanûnê berîya dawîya salê bê damezrandin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir