• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Baranên payîzê bereketê bi xwe re anîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Baran ku li payîzê barîya cotkarên ku li Deşta Mêrdînê cotkarîyê dikin kêfxweş kir. Cotkar ji ber barana ku barîya bo sala werî hêvîdar in ku bo wan saleke pir bi bereket be.

"Ax têra xwe av vexwar"

Hesen Yilmazê ku li Mêrdînê cotkarîyê dike destnîşan kir barana ku di demsala payîzê de barîya pir bi bereket e û bo axê jî pir bi fêde ye. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Nexasim ew barana ku di meha nîsanê û demsala payîzê de barîya pir bi fêde û bereket e. Niha ew barana ku di demsala payîzê de barîya tam di wextê xwe de barîya, ax têra xwe avê kişand. Em ji Xweda hêvî dikin meha zivistan û biharê jî bi baran derbas bibe. Xweda keda wan cotkarên ku li erdên xwe  mesref kirine vala dernexe. Cotkar perîşan bûbûn, lê barana ku her dawî barîya hêvîyên wan şîn kir. Malûmî we te gubre û mazot pir baha bû. Ger mahsûl ne baş be cotkar zêdetir mexdûr dibin. EM hêvî dikin ku Xweda bereketê bixe mehsûla me û rehmet û bereketa xw têxîyê. Sala borî me gelek zêde zehmetî kişand. Hişkesalî hebû, ceyran tunebû. Dewlet ceyrana me birî, av tunebû. Me diçû ji Qoserê av dianî. Hemd ji Xwedê re ku îsal ceyran heye, baran jî dibare. Înşallah em ê zehmetîyê nekşînin û em hêvî dikin ku saleke xweş û bi bereket be."

 "Fêdeya barana payîzê gelek e û zirara wê tune ye"

 Cotkarê bi navê Mehmet Cengîz jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku sala borî baran kêm barîya bû cotkar gelek zêde zehmetî kişandin, lê belê bi baran ku payîzê barîya nîşan dide dê sala werî baş derbas bibe. Cotkar Cengîz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Îsal gelek zêde baran barîya. Fêdeya barana payîzê gelek e û zirara wê tune ye. Ji ber ku ax ziwa bûbû nedihat ajotin. Digel baran ku barîya ax nerm bû, niha dê xweş bê ajotin. Mehsûla garisan jî îsal pir baş xuya dike. Tê behskirin dê heqê wê jî baş be. Hêj kesî garisa xwe nedirûtîye. Înşallah dê baş be."

 "Sala borî me gelek zêde zehmetî kişand, înşallah îsal bi bereket derbas bibe"

Cotkarê bi navê Hamdûllah Yilmaz jî derbarê mijarê de wiha axivî: " Barana payîzê gelek baş barîya. Mehsûla garisê jî baş xuya dike. Înşallah em ê heta serê salê bidirûn. Sala borî me gelek zêde zehmetî kişand, înşallah îsal bi bereket derbas bibe. Em ji Xwedê hêvî dikin ku îsal bo cotkaran baş derbas bibe."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir