• DOLAR 32.368
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2325.136
  • ...
Temamê peymanên kubi siyonîstan re hatin kirin hatin bidawîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Konseya Navendî ya Filistînê, Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê û birêveberîya Filistînê bi daxuyanîya ku belav kirin diyar kirin ew dawî li naskirina siyonîstan û temamê wan peymanên ku bi siyonîstan re hatine kirin anîn.

Qerara ku hat dayîn ji bo bê tetbîqkirin divê qerar ji teref Lîderê Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê Mahmut Abbas û Konseya Birêveberîyê ve bê tesdîqkirin.

Di danezana ku ji teref Konseya Navendî ya Filistînê ve hat belavkirin de bang li Hamasê jî hat kirin û jê hat xwestin ku ji bo dawî li dabeşbûnên navxweyî bê anîn temamê peymanên ku bo vê yekê bên kirin qebûl bike.

Civîna ku ji teref Konseya Navendî ya Filistînê ve li Ramallahê di 2 rojan de hat tertîpkirin, ji teref Hamas, Hareketa Cîhada Îslamî, Cepheya Rizgarîyê ya Xelkê ya Demokratîk a Filistînê, Cepheya Rizgarîyê ya Xelkê ya Filistînê, Partîya  Teşebûsa Neteweyî û ji teref komên berxwedanê yên mîna van ve hat boykotkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir