Di enqaza balafira ku li Endonezyayê ket de ceseda 24 kesan hat dîtin
Di enqaza balafira ku li Endonezyayê ket de xebatên lêgerînê hêj berdewam dikin, di xebatan de het aniha ceseda 24 kesan hat dîtin.
Doh balafira rêwîyan a bi modela Boeing 737 Max 8 a ku ji Cakartaya paytexta Endonezyayê bi hewa ket piştî 13 deqîqeya kete behrê. Di encama xebatên lêgerînê yên ku hatibûn kirin de enqaza balafirê hat dîtin û tê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin ku xebat hêj berdewam dikin.
Di encama xebatên ku hatin kirin de heta niha ceseda 24 kesan hat dîtin.
Di balafirê de 2 pîlot, 5 wezîfedarên balafirê, 2 bebek, zarokek û 178 jin û zilam hebûn.(ÎLKHA)