• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Malbata mexdûrê Sûrê" ya ku li kûçê dijî li benda alîkarîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûrîyeta xelkê ya ku piştî siyaseta çalan  a PKK/HDPê ya li Sûra Diyarbekirê  derket holê hêj berdewam dike. Malbata Ak a ku nesîbê xwe ji pevçûnên çekdar stand di bergeha veguherîna bajarvanîyê de mala wan hat îstîmlaqkirin û xerakirin. Malbata ku ji pevçûnan zirar dît û mala wan hat xerakirin ev bû 2 sal ku hewl didin di konê de bijîn. Malbata ku ev 4 rojên dawî mecbûr hatiye hiştin li kolanan bijî niha bang li rayedaran dike da ku ji wan re alîkarî bê kirin.

Malbat destnîşan kir ew bo alîkarîyê serî li Qeymeqamtîya Sûrê û Walîtîya Diyarbekirê dane; encax tu kesî guh nedaye mexdûrîyeta wan.

 "Ekîbên polês û zabitayan bi destên xwe eşyayên me avêtin derve"

Sermîyanê malbatê Mehmet Ak derbarê mijarê de diyar kir ev bû 2 sal ku ew di konê de dijîn, lê berî vê 4 rojan ekîbên zabita û polêsan kona wan xera kirine û eşyayê di konê de tev avêtine derve. Mehmet Ak dû re wiha li axavtina axavtina xwe zêde kir: " Berî vê 2 salan li vê derê dikan û mala min hebû.  Tev xera kirin û bes 38 hezar TL dan min. Min ji wan re got ku bi 38 hezar tlyan tiştek nayê kirin û ez rabûm li vê derê konek danî. Zêdetirî 2 salan e ku ez li vê derê dijîm. Pişt re, berî vê 4 rojan hatin kona ku ez tê dijîyam xera kirin.  Ez çûm qeymeqamtî û walîtîyê, lê derî li rûyê min venekirin. Mutahît ji min re got ku ew ê heta dawîyê li pey wî be û heqê tu kesî tune ye ku wî ji vê derê derîne. Lê belê berî vê 4 rojan hikûmet hat vê derê û kona min xera kir. Polês û zabita pêkve hatin û bi destên xwe amûr û eşyayên min avêtin derve."

 "Em cihekî ku lê bisitrin dixwazin"

Ak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bes cihekî ku ew lê bisitirin dixwazin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Heta ku ez bimirim dê li vê derê bimînim. Bila hikûmet destekê bide me. Ez tiştekî zêde naxwazim. Ez bes cihekî ku em karibin lê bisitirin dixwazim. Bial werin ji min re malekî bixwazin. Ger nikaribin bistînin ez ê jî ji wan re bibim alîkar. 38 hezar TL dane min. Ez dikarim bi van pereyan çi bikim. Ew kesên li TOKÎyê mal standin 160-200 hezar TL ketin bin deynan. Ez li 18 nefsan dinêrim û lawekî min di girtîgehê de ye.  3 lawên min kirêdar in ez heqê kirêya wan didim. Min  li vê derê karê xurdavanîyê dikir û kirêya wan didam. Lê vê jî ji destê min standin. Destê min vala ye û ez wisa di holê de mama."

 "Ez mexdûr im"

Ak di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser zehmetîyên li derve jiyanê û dû re wiha pê de çû: " Va bû 2 meh ku ez nikarim serê xwe bişom. Pîrek jî diçin malên zarokên xwe bo serşûştinê. Êdî xanimên lawên min jî nahêlin pîrek li malên wan serê xwe bişon. Em li derve mane û em ji serokomar alîkarîyê dixwazin.  Ez çûn walîtî û qeymeqamtîyê. Gotin em ê alîkarîya erzaqê bo we bikin. Piştî ku ez li derve mabin pê ve ez ê çi bikim alîkarîya erzaqê. Ez cihekî digerim da ku lê bistrim. Bi 38-60-70 hezar TLyan mal nayê kirîn. Bila ji min re bibin alîkar da ku em lê bistrin. Ez mexdûr im. Ger ji min re nebin alîkarî, wellahî nîvê zivistanê be jî û ez qeşe bigirim jî ez ê vê derê terk nekim. Niha dengê me naxwazin bibihîzin. Lê belê sibe dusibe hilbijartin hene, ew ê bo hilbijartinan bên. 200 dengê me heye, ew ê wan jî winda bikin."

Mewlûda Ak jî derbarê mijarê de diyar kir " Ji derve jiyana malbatekê tiştekî nebaştir tu tişt tuneye."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir