• DOLAR 32.584
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2417.64
  • ...
Qasimî: Rejîma siyonîst dixwaze di nav welatên Misliman de îhtîlafê derîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Behram Qasimîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, ziyareta ku ji teref serokwezîrê rejîma siyonîstan ve li Ummanê hat kirin rexne kir û got " Ev rejîm dixwaze di nav welatên Misliman de îxtîlafê derîne û wan zilmên ku 70 salan li xelkê Filistîn ê mezlûm  tên kirin veşêre."

Qasimî di berdewama axavtina xwe de diyar kir " Li gorî me welatên Îslamê di bin zexta Qesra Spî de ne. Ew lobîyê siyonîst a li Amerîka, zextan li welatên Îslamê dikin da ku pêwendîyên xwe yên bi vê rejîmê re asayî bikin. Li ber daxwazên xeyrî meşrû yên li Amerîka û rejîma siyonîstan stûxwarkirin dê bibe sedem ku ew li herêmê bibin xwedî gotin û dê bibe sebeb ku mafên xelkê Filistînê bên piştguhkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir