Di êrîşa siyonîstên terorîst de 3 zarokên Filistînî şehîd bûn
Di êrîşa asimanî ya siyonîstên terorîst de 3 zarokên Filistînî şehîd bûn.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst doh êvarî bi balafirên şer êrîşî Xazzê kirin. Di encama siyonîstên terorîst de 3 zarokên Filistînî şehîd bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di êrîşa siyonîstên terorîst a ku doh êvarî êvarî hat de 3 zarokên bi navê Xalid Bassam Mahmud Saîd, (13), Abdulhamîd Muhammed Abdulazîz Ebu Zaher (13) û Muhammed Îbrahîm Abdullah Satarî (13) şehîd ketin.
Hat îfadekirin siyonîstên terorîst êrîşî ambûlansên ku çûn hawara zarokên şehîd bûn jî kirin. Her wiha hat hînbûn di êrîşa siyonîstên terorîst a ku li taxa El Zeytuna li başûrê rojhilata Xazzê hat kirin de jî xortekî Filistînî birîndar bû.(ÎLKHA)