Li Endonezyayê balafira rêwîyan ket
Li Cakartaya paytexta Endonezyayê balafira rêwîyan ket.
Hat ragihandin balafira rêwîyan a ku ji Cakartaya paytexta Endonezyayê bi hewa ket piştî demekê kete behrê. Xebatên lêgerînê yên rizgarkirinê berdewam dikin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin balafira rêwîyan a ku ji Cakartaya paytexta Endonezyayê bi hewa ket û tê de tevde 188 kes hebûn, piştî 13 deqîqeyan ji hewaketinê kete behrê. Xebatên lêgerînê yên rizgarkirinê berdewam dikin. Hêj nayê zanîn tu kesî sax heye yan na.(ÎLKHA)