• DOLAR 32.551
  • EURO 34.844
  • ALTIN 2435.851
  • ...
Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di bin avê de ma
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji ber barana zêde ya ku li Şirnexê barîya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di bin avê de ma û avahîyên TOKÎyê yên ku li bajêr hatibûn çêkirin ji derve ve zirar dîtin.

Piştî hişyarîya barana zêde û lehîyê ya ku ji teref meteorolojîyê ve hat kirin re li navenda Şirnexê baraneke zêde barîya.

Ji ber barana ku li navendê zêde barîya gelek kolan û cadde bûn gol û gelek mal û kargeh di bin avê de man. Ji ber barana ku zêde barîya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di bin avê de ma.

Digel ku ew cihê ku lê nexweşxane hatiye çêkirin kevîya robarê be û herêma hezîna axê be di sala 2011an de bi tesdîqa kesê zana nexweşxane hat çêkirin. Lê belê ji sala ku hatiye çêkirin vir ve her sal di dema barîna baranê de nexweşxane zirarê dibîne û di bin avê de dimîne.

Ji ber ku nexweşxane di bin avê de ma, ava ku ketibû nexweşxanê ji teref karkerên nexweşxanê û ekîbên îtfaîyê ve hat valakirin.

Her wisa li bajêr hat dîtin ji ber baran û bagera ku li bajêr tesîrdar bû avahîyên TOKÎyê yên li bajêr jî zirar dîtin. Avahîyên ku hêj nehatine teslîmkirin ji derve ve sîwaxa wê weşîya.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir