Walîyê 39 bajêran guherî
Digel qerara Serokomar a ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin walîyê 39 bajêran guherî.
Qerarnameya Walîyan a ku îmzeya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li binê hebû îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî qerarnameya nû walîyên 39 bajêran hat guhartin û walîyên 21 bajêran jî ji wezîfê hatin girtin.
Li gorî qerarnamê Walîyê Stenbolê Vasîp Şahîn j Walîtîya Enqerê re û Walîyê Entabê Alî Yerlîkaya jî ji Walîtîya Stenbolê re hat tayînkirin.(ÎLKHA)