Qraltîya Siûd: Şikdarên cînayeta Kaşikçi dê li welatê me bên darizandin
Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Adîl el Cubeyr destnîşan kir "Şikdarên cînayeta Kaşikçi dê li welatê me bên darizandin."
Adîl el Cûbeyîrê Wezîrê Karên Derve yê Siûdî derbarê teleba Tirkîyê ya îadekirina 18 bersûcên cînayeta Cemal Kaşikçi de daxuyanîyek da. Cubeyîr di daxuyanîya ku da de destnîşan kir "Şikdarên cînayeta Kaşikçi dê li welatê me bên darizandin."
Berî niha ji teref Wezareta Edaletê ve derbarê 18 kesên ku tê diyarkirin bersûcên cinayeta rojnameger Cemal Kaşikçi ne de daxuyanîyek hatibû dayîn û hatibû diyarkirin ew ji Siûdî teleb kirine ku 18 kesên ku roja cinayetê hatine Stenbolê bên îadekirin da ku li Tirkîyê bên darizandin.(ÎLKHA)