Li Dêrsimê 2 leşker ji ber sermayê qerisîn û mirin
Li çoltera Nazimîyeya Dêrsimê 2 leşker ji ber sermayê qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li çoltera Nazimîyeya Dêrsimê 2 leşker ji ber sermayê qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Dêrsimê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di 2 leşkerên ku di operasyona ku li li çoltera Nazimîyeya Dêrsimê ji ber hewayê cemidî qerisîn hatin rakirin nexweşxanê, lê digel temamê midaxeleyan 2 leşker jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)