Qamyon û otomobîl li hev qelibîn: 3 mirî 2 birîndar
Li Rihayê qamyon û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Xalfetîya Rihayê qamyona qumê û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza li gundê Dutlucayê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qamyona qûmê ya bi plaqeya 27 BK 073 a ku ajokarê wê R.E. bû û otomobîla bi plaqeya 63 AAG 615 a ku ajokarê wê Y.A. bû li hev qelibîn.
Di qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Y.A., M.A., N.A., S.A û E.S. birîndar bûn û şofêrê qamyonê ji cihê bûyerê revîya.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Digel temamê midaxeleyan kesên bi navê Y.A., E.S.A û M.A. jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo şofêrê ku ji cihê bûyerê revîya bê girtin cendirmeyan xebat dan destpêkirin.(ÎLKHA)