Erdogan:Eşkere ye ku Kaşikçi hatiye kuştin, divê hûn wê cesedê derxin holê
Erdogan derbarê kuştina rojnamgerê Siûdî Cemal Kaşikçi de diyar kir "Eşkere ye ku Kaşikçi hatiye kuştin; divê hûn wê cesedê derxin holê. Hevkarên xwecih kî ne? Divê hûn van bibêjin."
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Berfirehkirî yê Serokbajarên bû û derbarê mijarên di rojevê de axavtinek kir.
"Hevkarê xwecih kî ye? Hûn ê vê yekê bidaxuyînin"
Erdogan di axavtina xwe de balan kişand li ser kuştina rojnamgerê Siûdî û derbarê mijarê de wiha axivî: "Eşkere ye ku Kaşikçi hatiye kuştin; divê hûn wê cesedê derxin holê. Hevkarên xwecih kî ne? Divê hûn van bibêjin. Me ji bo kesên ku meselê meraq dikin, nusxeyeke belgeyên di destê me de da wan. Me da Erebistana Siûd jî. Di destê me de hinek belgeyên din jî hene, Xweda mezin e, hewce nake ku em acele bikin. Ev 18 kes dizanin Kaşikçi ji teref kî ve hatiye kuştin; lewra fail di nav wan de ye. Hevkarê xwecih kî ye? Hûn ê vê yekê bidaxuyînin."(ÎLKHA)