• DOLAR 32.487
  • EURO 34.767
  • ALTIN 2490.547
  • ...
Li Urdunê hejmara kesên ku di lehîyê de mirin derket 20î
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin hejmara kesên ku li Urdunê ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 20î. Tê diyarkirin exlebê kesên ku jiyana xwe ji dest dane zarokên emrê wan ji 14 salî biçûk in.

Li Urdunê otobuseke ku xwendekaran bo geştê digerand li ber lehîyê re çûbû. Bi gelemperî li tevahîya welêt tevde 20 kes ji ber lehîya ku rabû jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran ragihandin heta niha 36 kesên birîndar hatine rizgarkirin û bo kesên winda jî bên dîtin xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Di dîmenên ku ji herêma lehîyê hatine kişandin de tê dîtin zarokekî ku li ser pirê mehsûr maye ji teref kesekî din ve yê ku ben bi noqê wî ve hatibû girêdan tê xelaskirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir