Siyonîstên terorîst êrîşî Filistînîyan kirin: 7 birîndar
Siyonîstên terorîst li rojhilata Deîr Belaha Filistînê êrîşî xwepêşandarên ku beşdarî Meşa Vegerêya Mezin bûbûn kirin, di encama êrîşê de 7 Filistînî birîndar bûn.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst li rojhilata Deîr Belaha Filistînê êrîşî xwepêşandarên ku beşdarî Meşa Vegerê ya Mezin bûbûn kirin, di encama êrîşê de 7 Filistînî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Mislimanên Filistînî di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de li nêzî Derîyê En-Nimîra li rojhilata Deîr Eş-Belaha Şerîda Xazzê xwepêşan li dar xistin. Siyonîstên terorîst bi çekan êrîşî xwepêşandarên Filistînî kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 9 Filistînî birîndar bûn.
Filistînîyên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê ku hat hînbûn rewşa yekî ji wan xirab e.(ÎLKHA)