• DOLAR 32.378
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2325.92
  • ...
Ew ê bi defîleyan problemên xelkê Cizîrê bên çareserkirin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ew ê li Cizîra Şirnexê bi piştevanîya  Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê, Şaredarî, Qeymeqamtîya Cizîrê  "defîle" bê tertîpkirin. Ev tiştê ku nakeve nav sînorên exlaqê û jê re dibêjin "defîle" di nav xelkê de bû sedema bertekan.Digel temamê problem û zehmetîyên heyî yên li Cizîrê tê xwestin ku ev "defîle" bê terîtpkirin ku di raya giştî de ev pirs tê kirin "Ew ê bi defîleyan problemên xelkê Cizîrê bên çareserkirin?"

Ew ê bi defîleyan problemên xelkê Cizîrê bên çareserkirin?

Qeymeqamtî di daxuyanîya ku da de derbarê "defîle"ya ku dê di bin navê "moda"yê de bê tertîpkirin de wiha got " Ji bo rabirdû û dahatû bên ba hev, ji bo em li nirxên xwe xwedî derkevin û ji bo mîrata me ya çandî ji nesla nû re bê nasandin bername tê tertîpkirin." Daxuyanîya qeymeqamtîyê ev e; lê belê di raya giştî de ev pirs tê kirin "Ew ê bi defîleyan problemên xelkê Cizîrê bên çareserkirin?"

Di raya giştî de tê diyarkirin gelek problemên mîna aborî, civakî û bêkarîyê yên Cizîrê hebin jî ev yek nayên dîtin û bo van tiştek nayên kirin û di ser vê yekê de bi mesref û pereyên zêde konser û defîleyên ku pê exlaqa civakê tên xerakirin û nirxên bawerîyên civakê pê tên îfsadkirin tên kirin ku divê ev yek bê betalkirin û di şûna van de fealîyetên ku bi nirx û bawerîyên xelkê herêmê re gûncav in û ne dijberê wan in bên kirin.

Her weke dê bê bîran di meha Remezanê de ji teref Qeymeqamtîya Cizîrê  û Şaredarîyê ve li Taxa Qaleyê  li Parka Birca Belek  konsereke ku dijberê manewîyeta Remezanê be û qîz û law tevlîhevbûn hatibû tertîpkirin; encax digel temamê bertek û reaksîyonan konser nehatibû betalkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir