• DOLAR 32.377
  • EURO 35.09
  • ALTIN 2326.339
  • ...
Di mizgeftê de êrîş li mela hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Heskîfa Êlihê şexsê ku ji gelek sûcan sabiqa wî heye û serbestîya kontrolkirî hatibû berdan, digel komek hevalê xwe êrîşî melayê mizgetê kirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesê bi navê F.K. yê ku ji gelek sûcên mîna tiryakê sabiqa wî hebû û serbestîya kontrolkirî hatibû berdan divîyabû her roj biçe Mizgefta Îmam Abdullah a  li wargeha nû ya Heskîfê û îmzeya xwe bavêje. Lê belê F.K. ji ber ku her roj neçû îmzê derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.

F.K.yê ku derbarê wî lêpirsîn hat destpêkirin doh êvarî derdora seat heşt û nîvan de  digel hevalên xwe  çû camîyê û di camîyê li melayê  camîyê yê bi navê A.Î. xist û ew darb kirin.

Di êrîşa ku hat kirin de pozê melayê bi navê A.î. şikest. Mela çû nexweşxanê û raporê stand û dû re derbarê êrîşkaran de gilîdar bû.

Hat diyarkirin kesê ku êrîşî mela kir hat girtin û hat birin girtîgehê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir