Meteorolojî bo tevahîya Tirkîyê hişyarîya baranê kir
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê daxuyand ew ê li tevahîya Tirkîyê baran bibare.
Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve di daxuyanîya ku hat belavkirin de hişyarîya baranê hat kirin û hat destnîşankirin ew ê li tevahîya Tirkîyê baran bibare. Di daxuyanîyê de her wisa hat xwestin ji bo neyînîyên ku dê îhtîmal e pêk werin bila welatî bi tedbîr bin.
Li gor nirxandina dawî ya ku ji teref meteorolojîyê ve hatiye kirin ew ê herta çend rojan li tevahîya Tirkîyê hewa bi ewr be û dê li rojhilta bakûr a Marmarayê, Behra Spî, qeraxên rojhilat û rojavaya Deryaya Reş, Herêma Anatolîya Rojhilat û Rojhilata Başûr baran bibare.
Ji ber îhtîmala barana zêde ya ku dê bibare di daxuyanîyê de hişyarî li welatîyan hat kirin da ku welatî bi dîqqet û bi tedbîr bin.(ÎLKHA)